• Friday, 29 November 2024
logo

Li Misir: tundî û talan zêde dibe, bêtirî 100 kesî mirin e, aljazeera TV hat qedexekirin

Gulan Media January 30, 2011 Nûçe
Li Misir: tundî û talan zêde dibe, bêtirî 100 kesî mirin e, aljazeera TV hat qedexekirin
Her ku diçe xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî Husnî Mubarek serokê welatê Misrê zêde dibin, û tundûtîjî û kiryarê dizî û talankirinê jî bi şêweyekî fereh bûye diyarde.

Li gor dezgehên ragehandinê rahihandê xwepêşander hewldidin wezareta navxwe ya li Qahîre paytexta Misirê derbazbikin û têkin bin destê xwe, lê hêzên ewlehiyê xelk gulebaran kirin û di encamê de bikêmî 4 kes hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve û weko hewlek bo razîkirina xwepêşanderan Mubarek serokê wî welatî tev serkirdên welat civiya û Umer Silêman wek cîgirê serokkamarê Misirê destnîşan kir û pişt re bi demekê Umer Silaman jî sûnda yasayî xwar.

Li gor nûçelezên TV yan ku 5 rojin bi awayek zindî wêneyên xwepêşandanan ji welatê Misrê vediguhêzin, roja destpêka xwepêşandanan ta niha pirtir ji 100 kesan canê xwe ji destdane û nêzîkî 2000 kesên din jî birîndar bûne, û hejmarek pir mezin jî ji girtiyan ji zindanên welat revîne.

Deshelata misrê biryara qedexekirina Televizyona Aljazeera da, û deshelatên wî welatî ji roja yekê de torên entrnêt û mobaylê li seranserî welat birîn.
Top