Kurdistan: Her guhartinek li herêma Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê tê kirin
Bizava Goran di banga xwe de, daxwaz kir ku rewşa herêma kurdistanê bê guhartin û serokatiya herêma kurdistanê û hikûmet û perleman jî bên hilweşandin.
Ev jî têksta daxuyaniya serokatiya herêma kurdistanê ye:
Tevgera Goran, bi rêya televizyona KNN, bi awayeke neyasayî daxwaza guherîna Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rewşê dike.
Her guhertinek di rewşa Herêma Kurdistanê de bê kirin gereke bi rêya sindoqa dengdanê bibe neku bi awayeke nedestûrî û neyasayî.
Ev rewşa Herêma Kurdistanê encama hilbijartinekî azad bûye û eger guhertinek jî bibe, bi rêya sindoqa dengdanê dibe.
Ji tu aliyekî nayê qebûl kirin ku rewşa Herêm û jiyana xelkê têk bide, daxwaz ji hemû cemawerê Kurdistan, alîgir û endamên hemû partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê dikin ku hişyar û agahdarî vê planê bibin ku bi mebesta ji destçûna wan hemû destkeftane ku bi xwîna şehîdan bidest hatine û bi zûtirîn dem jî bersîva vê bangawaziya têkderan dihête dayîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29 Kanûna Duyem 2011