• Friday, 29 November 2024
logo

Kurdistan: Her guhartinek li herêma Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê tê kirin

Gulan Media January 30, 2011 Nûçe
Kurdistan: Her guhartinek li herêma Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê tê kirin
Serokatiya herêma kurdistanê weko bersivek li hember bangeka bizava Goran bo guhartina rewşa giştî û hilweşandina serokatî, hikûmet û perlemana Kurdistanê, ragehand, ku her guherînek li herêma kurdistanê, gereke bi rêya sindoqên dengdanê bê encamdan.

Bizava Goran di banga xwe de, daxwaz kir ku rewşa herêma kurdistanê bê guhartin û serokatiya herêma kurdistanê û hikûmet û perleman jî bên hilweşandin.

Ev jî têksta daxuyaniya serokatiya herêma kurdistanê ye:

Tevgera Goran, bi rêya televizyona KNN, bi awayeke neyasayî daxwaza guherîna Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rewşê dike.

Her guhertinek di rewşa Herêma Kurdistanê de bê kirin gereke bi rêya sindoqa dengdanê bibe neku bi awayeke nedestûrî û neyasayî.

Ev rewşa Herêma Kurdistanê encama hilbijartinekî azad bûye û eger guhertinek jî bibe, bi rêya sindoqa dengdanê dibe.

Ji tu aliyekî nayê qebûl kirin ku rewşa Herêm û jiyana xelkê têk bide, daxwaz ji hemû cemawerê Kurdistan, alîgir û endamên hemû partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê dikin ku hişyar û agahdarî vê planê bibin ku bi mebesta ji destçûna wan hemû destkeftane ku bi xwîna şehîdan bidest hatine û bi zûtirîn dem jî bersîva vê bangawaziya têkderan dihête dayîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

29 Kanûna Duyem 2011
Top