• Friday, 29 November 2024
logo

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê fetwayeka heramkirina Federaliyetê redkir

Gulan Media January 29, 2011 Nûçe
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê fetwayeka heramkirina Federaliyetê redkir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cihê sersormana me bû, ku D. Abdul Kerîm Zêdan, bi rêya Komîta Zanayên Îslamê, fetwayekê derbarê hikûmê şeriî ji federaliyetê li Îraqê belavbike, li gor axaftinan, Zêdan daxwaza federaliyetê bi heram zaniye, herweha bi rast zaniye, ku ew ên daxwaza federaliyetê dikin bên kuştin, çûnkî gunehekê mezin encam dane, û pêwîste bên dabrînkirin.

Em li Yekîtiya zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê, ji bilî diltengiya me ku kesekê di vê astê de li Îraqê van core axaftin û peyvane belav bike, em weha dibînin ku her çiqas axaftinên wî taybetin bi federaliyeta navçeyên Suneyan, belê di heman dem da bêwijdaniyeka mezin e di derheqê gelê kurd de, ku li cihê serbixweyiyê daxwaza federaliyetê di çarçovê Îraqê de dike, ev jî bi çi şêweyekê ne derketine ji îslamê, ne perçekirina îslamê ye, çûnkî heger bi vî rengî be, wate ji mêje ereb ji îslamê derketine, demê cudabûna wan ji xîlafeta Osmanî bi şoreş bi nav dikirin û ne bifederaliyetê razîbûn, belku bûn bi çendîn welatên cuda cuda, lewa em dixwazin, ew axaftinane, ku ne yê zanayekî wek wî ne, bo mebesteka din be, û ew ronkirinê li ser bide, daku di wî temenî de û di ew dîroka ciwana bangxweziyê ku heye, dawî ne bi tiştekê regez perestane be.

Ew deqên ku weko belge anîne, bi çi rengekî nabin belgehên şeriî bo fetwayê.

Hemû aliyan jî dilinya dikin, ku li demê welatên muslmana bûne çendîn welatên cuda cuda, federaliyet kêmtirîn mafê şeriî yê gelê kurd e, ku bi dest xwe xe.

Ofîsa Cêbecêkar
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê
27-01-2011
Top