Leşkerê Misrê daket kolanan
Xwepêşandanên li dijî Serokwelatê Misrê Husnî Mubarek, her çû germtir bû.
Li paytexta wî welatî Qahîreyê û piraniya bajarên din, îro paş nîvro xwepêşandanê pir mezin li dijî serokê welat hatin li darxistin.
Xwepêşandanên ku ji ber giraniya barê jiyanê û gendeliyê, îro bi amadebûna serokê berê yê Ajnasa Atomî Muhammed El Baradey, li paytexta wî welatî dest pê kirin, û ta niha berdewam in.
Li gor agahiyan ev xwepêşandan geheştine radeyê serhildaneka giştî li seranserî welatê Misrê, û hikûmeta wî welatî bo kontrol kirin û astengkirina serhildanê, torên enternetê û mobaylê rawestandin.