Rêveberê nivîsîngeha Hoşyar Zêbarî hat kuştin
Li gor Sumeriye Newsê ku ji çavkaniyeke polîsên İraqê belav kiriye; “Duh (26.01.2011) êvarî li bajarê Bexda, rêveberê nivîsîngeha Wezîrê Derve yê İraqê ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve hatiye kuştin.”
Li navçeya Kazimiye ya li bakûrê Bexda, çend çekdar êrişî otomobîla rêveberê nivîsîngeha Hoşyar Zêbarî, Ebdûlcebar Ebdullah dikin û di cih de dikûjin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku, piştî bûyerê hêzên taybet gihane cihê bûyerê û derdor dorpêçkirine. Hat zanîn ku lêkolîn li ser kuştina Ebdullah hatine dest pê kirin. Rûdaw