• Friday, 29 November 2024
logo

Kompaniyeka Brîtanî mezintirîn kêlgeha Gazê li Herêma Kurdistanê vedît

Gulan Media January 27, 2011 Nûçe
Kompaniyeka Brîtanî mezintirîn kêlgeha Gazê li Herêma Kurdistanê vedît
Li gor jêderên vê kompanyayê bêtirî 13 Trilliyon pêyên sêgoşe, gaza suriştî di vê kêlgehê de heye. Ev kêlgeha han jî, li bajarê Silêmaniyê ye.

Kompanyaya Brîtaniyayî duhî daxuyannameyek belav kir û tê de da nîşandan, ku dibe li devera Mîranîrojawa ya ku petrol lê ye, nêzîkî 13 pêyên sêgoşe gaza suriştî hebe.

Di vê daxuyannameyê de weha jî hatiye, ku bêtirî 75 milliyon bermîlên petrolê li devera Mîranîrojawa hene.

Cihê nîşandanê ye, ku kompanyayên biyanî yên ku li herêma kurdistanê di biwarê vedîtina samanên suriştî de kar dikin, roj bi roj samanên pir mezinên herêma kurdistanê vedibînin. PNA
Top