• Friday, 29 November 2024
logo

Xwepêşanderên Misrê dixwez in serokê wan jî here cem serokê Tunisê ê berê

Gulan Media January 27, 2011 Nûçe
Xwepêşanderên Misrê dixwez in serokê wan jî here cem serokê Tunisê ê berê
Xwepêşandan li welatê Misirê berdewam in û welatiyên wê ji serokê niha Husnî Mubarek dixwazin, ku li welat nemîne û bireve cem serokê Tûnis ê.

Di van du rojên dawî de, xwepêşandan li wî welatî dijwartir bûne û êdî bi aşkirayî xelk daxwaza nemana desthilatdariya Husnî Mubarek û binemala wî dikin.

Dezgehên ewledariyên Misirê jî, ta niha bi 100 an kes girtine, û biryara qedexekirina xwepêşandanan jî li wî welatî derket.

Cihê amajekirinê ye ku ev 30 sal in Husnî Mubarek û binemala xwe hukum li Misirê dikin û hemû samanên wî welatî, di bin destê wê binemalê de ye.
Top