NY: Divê madeya 140ê li Kerkûkê bibe rêbaza çareseriyê
Ad Melkert duhî li Bexdayê digel Parêzgarê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa civiya û arîşeyên xelkê Kerkûkê yên wek nebûna elektîrîk û pirsên tenduristiyê gotûbêj kir.
Derbarê civînên Melkert de Berpirsê Ragihandin û Têkiliyên Parêzgeha Kerkûkê Dilêr Semed ji malpera AKnewsê re got, “ Ji bilî parêzgarê Kerkûkê, Ad Melkert bi cihê digel cîgirê parêzgeha Kerkûkê Rakan Seîd jî civiya. Di civînê de zêdetir behsa arîşeyên mulkdariyê yên li Kerkûkê hate kirin.”
Semed da zanîn ku nûnerê NYê paşî digel endamên Civata Parêzgeha Kerkûk û rêxistinên civaka sivîl yên Kerkûkê civiya û ragihandiye ku Kerkûk bajarekî pirnetewe û olî ye lewra pêwîst e hemû pêkhateyên wê di meqamên îdarî de beşdar bibin û lêbixebitin arîşeyên xwe bi rêya destûr û madeya 140ê çareser bikin.
Melkert amaje bi wê çendê jî kiriye ku divê pêkhateyên Kerkûkê hewl bidin ku paşmayiyên rejîma berê li bajêr nemîne û bidin ser rêya diyalogê. Melkert di dirêjiya axaftina xwe de got:
“Ev cara sêyê ye ku ez têm Kerkûkê, em dixwazin hevkariya Iraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybetî bikin. Her weha emê hewl bidin ku diyardeya bêkariyê li bajêr kêm bikin û jêrxana wê ya aboriyê bihêztir bikin.” (AKnews)