• Friday, 29 November 2024
logo

Dilşa Osman ji ber guvaşên hêzên ewlehiya Sûriyayê hat Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 27, 2011 Nûçe
Dilşa Osman ji ber guvaşên hêzên ewlehiya Sûriyayê hat Herêma Kurdistanê
Hate zanîn ku çalakvana kurd û hevjîna Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Fuad Omer, Dilşa Osman digel her du zarokên xwe hat Herêma Kurdistanê.

Dilşa, Diya Ferhad ji malpera AKnewsê re got, “Ji ber bangkirin û dawakirina berdewam ji aliyên dezgehên Ewlehiya Sûrî ve û gef û herşeyên bi girtinê, Dilşa Osman neçar bû mala xwe berde û digel keça xwe Ronahî (1994) û kurê xwe Zagros (2000) berê xwe bide Herêma Kurdistanê.”

Diya Ferhad xuya kir ku Dilşa ji dema ku hevjîna wê Fuad Omer bû serokê PYDê di bin çavan de ye û ketin û derketina wê ji malê tê kontrolkirin û çûn û hatina mala wê jî tê çavdêrîkirin.

Diya Ferhad Herwiha diyarkir ku tevî serokê PYDê hate guhartin jî, lê reftar û nêzîkbûna dezgehên ewlehiyê bi Dilşa re nehate guhartin.

Dilşa Osman jidayîkbûna 1968ê ye, ji herêma Efrînê bakur-rojavayê Sûriyê ye, xwendina Peymangeha Werzişê bidawî kiriye û çend sal in li dibistanan mamosteya warê sporê ye û endama rêxistina jinan Yekîtiya Jinên Azad YJA Starê ye.
Top