Birayê hevalê Ocalan yê zaroktiyê endamê JITEMê derket!
Pirtûka ku nû hate weşandin, gelekî balkêş e.
Di pirtûkê de hatiye ku JITEM kesekî bi navê Hamza weke casûs şande nava PKK.
Hamza bi xwe jî hemşeriyê serokê PKK Abdullah Ocalan e. Ew birayê Hasan Bindal e. Navê kod yê Hasan Bindal Hamza bû. Ew li kampa Mahsum Korkmaz, di dema tatbîqateke eskerî de bi şêweyekî ku heta niha sedî sed zelal nebû ye, di sala 1997 de hate kuştin.
Hasan Bindal (Hamza) hevalê Ocalan yê zaroktiyê bû. Ew di nava PKKê de, kesî herî nêzîk bû ji Ocalan.
Birayê wî jî, piştî ku ji zindanê derket (11 salan di zindanê de ma), navê xwe yê kod kir Hamza.
Hamza yê, biçûk li gora ku Dogan di pirtûka xwe de dibêje, ji aliyê JITEMê ve hate amadekirin û ew şandin nava PKKê.
Hamza, di sala 2003yê de ji PKK cuda bû û çû Almanya bajarê Stutgartê.
Piştre ji aliyê polîsên Alman ve hate girtin û roja 21.10.2005 ji bo Tirkiyê hate şandina.
Heta niha, şêweyê girtina wî û şandina wî ji bo Tirkiyê ne diyar e. Tê gotin ku dest dewleta tarî di girtin û şandina wî de heye.
avestakurd