Bîranîna 65 saliya damezrandina komara Kurdistanê hat pîroz kirin
Kemal Kerkûkî serokê parliyamenta herêma kurdistanê, di nav dêrendazên vê bîranînê de gotarek pêşkêş kir û tê de, bas li destkeftên komara Kurdistanê kir.
Kerkûkî got, ku roja damezrandina komara Kurdistanê rojeka pîroz e û pesnê rola pêşewa Qadî Muhemmed û Barzaniyê nemir da.
Asos Necîb Ebdullah wezîra kar û barên civakî a Hikûmeta kurdistanê a ku di vê bîranînê de nûnera serokê civata wezîran bû, gotarek pêşkêş kir û tê de ronahî xist ser rola Barzaniyê nemir di damezrandina komara Kurdistanê de.
Asos N. Ebdullah da nîşandan, ku Barzaniyê nemir û hevalên xwe ev komara han diparastin û kurdên hemû alî û parçeyên kurdistanê, li jêr sîwan û alaya kurdistana azad hatibûn komkirin.
Di nav van dêrendazan de, Dilman Amêdî gotara partî û aliyên siyasiyên kurdistanî pêşkêş kir û tê de, behsa giringiya komara Kurdistanê kir û got, ku ezmona niha ya herêma kurdistanê jî wek ezmona komara Kurdistanê ye.
Di nav evan dêrendazan de, çend sirûd û stiranên neteweyî jî hatin pêşkêşkirin. PNA