• Friday, 29 November 2024
logo

Heta Bexda û Hewlêr rêknekevin, DNO petrolê naşîne derve

Gulan Media January 25, 2011 Nûçe
Heta Bexda û Hewlêr rêknekevin, DNO petrolê naşîne derve
Kompaniya DNO ya Norwejî ragihand, ku heta Bexda û Hewlêr li ser çawaniya şandina petrola li hev nekin, ew dest bi şandina petrolê û mûrkirina bondên wê nakin.

Tom Bartlî peyvdarê bi navê DNO yê da xuyakirin, ku ew dê di reşemehê de dest bi derxistin û şandina petrola Tawkê bikin, belê ew niha li hêviya pêzanîn û rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê ne.

Bartlî herweha xuyakir ku ew dê petrola devera Tawkê bi rêya Turkiyayê bişînin derve û bi taybetî jî bişînin Ewropa û di warê teknîkî de, ji bo encamdana vê karî ew amade ne.
Top