Mam Celal Serok komarê Îraqê li Bexdayê pêşwazî li malbata Ozal ku di nav de Semra Ozal hevjîna serokê Tirkiya yê kevin Turgut Ozal jî amadebû kir û di hevdîtinê de, mam Celal bi germî bixêrhatina xatû Ozal kir û da zanîn ku hevaltî û peywendiyên di navbera wî û Torgut Ozal de gelek xurt bûn, her wiha di gotûbêjên xwe de da zanîn ku Ozal desketiyên gelek girîn ji Tirkiyê re pêk aniye.
Semra Ozalê, ji ber pêşwaziya gerim spasiya Talebanî kir û bi helkefta dubare helbijartin bo serokatiya komarê ew pîroz kir û ji wî re serkeftin xwast.