Di hundirê van 20 rojên sala nû de li Îranê 57 kes hatine darvekirin û 8 ji wan jî Kurd in. Li gor agahiyan 7 Kurd bi tohmeta hilgirtin û bikaranîna maddeyên hoşber û yek ji wan jî ku Husên Xizrî bû hefteya borî bi tohmeta endamê PJAKê ye hatibû darvekirin. Li gor ajansên nûçeyan di sala 2010an de 7 girtiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê hatine darvekirin, yekî jî di jêr îşkencê de jiyana xwe ji dest daye. Rûdaw