Arif Teyfûr: Di çend rojên dahatû de PDK û Goran dicivin
Berpirsekî bilind ê Tevgera Goran ev piştrast kir û got: "PDK û YNKê li ser astê serkirdayetiyê daxwaza rûniştinê kirine, me jî amadebûna xwe pêşan daye û çaverêya bersiva wan in."
Serkirdeyê Tevgera Goran ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, neda zanîn ka gelo bi rêya nameyê daxwaza rûniştinê ji wan hatiye kirin an bi şandina şandekê, lê got: "Wan xwestiye û em jî amade ne û heye ev rûniştin di televizyonê de jî bên weşandin wek rûniştinên fermî."
Endamê Civata Serkirdayetiya PDKê Arif Teyfûr vê rûniştina di navbera PDKê û Tevgera Goran de, bi çarçoveya biryarên ku PDKê di kongreya 13an de dane girêdide û dibêje: "paş kongreya 13an de me biryar da bi rûyê medya de vebin û xwe nû bikin, rûniştin jî di heman çarçoveyê de ye."
Arif Teyfûr red dike ku tenê ligel Goran rûnin û wiha axifî: "Biryar e ligel hemû partiyan rûniştinên me hebin û Tevgera Goran jî yek ji van hêzane. Girjiyek di navbera me de derketiye û em dixwazin bizanin sedemên girjiyan çine û çawa rewşê asayî bikin, ji ber nabe ev girjî di navbera me de berdewam bin. Emê têkiliyên xwe ligel hemû aliyan asayî bikin."
Nêçîrvan Barzanî ragehandibû piştî wergirtina moleta partiyê ji aliyê Tevgera Goran ew ê bi fermî ligel wan rûnin, her çiqasî di dema borî de jî çend civînek li ser pirsgirêkan di navbera Tevgera Goran û PDKê de bi serokayetiya Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî hatin kirin. Derbarê encamên van gotûbêjan, Berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm got: "Negihiştine ti encamekê, loma civîn hatine sekinandin." Lê çavkaniyeke agahdar dibêje: "Civîn bi mebesta vegerandina Goran li Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî hatin lidarxistin."
Piştî ragehandina kabîneya Malikî û bêbeşbûna Tevgera Goran, berpirsên Goran rexne li Barzanî girtin û ew wek sedemê bêbeşbûna wan di hikûmetê de dîtin, lê di civînekê de ligel xwendekar û mamosteyên zanîngehên Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: "Xwedê şahid e min Tevgera Goran ji hikûmetê bêbeş nekir."
Berpirsê Tevgera Goran dide zanîn ku piştî van rûniştinan, nakokiyên navbera opozîsyon û desthilatê de xav dibin: "Lê hinek daxwazên me hebûn ku me berê jî rûbirûyê PDK û YNKê kiribûn, emê di van rûniştinan de behsa wan bikin. Daxwazeke me xwesteka reforma siyasî ye."
Arif Teyfûr hêvîdar e serkirdayetiya PDKê di demeke nêzîk de dema rûniştinê destnîşan bike: "Bawer dikim di van rojên dahatû de rûniştin bê kirin. Bernameya civînê heye û tenê dema wê nehatiye destnîşankirin."