• Friday, 29 November 2024
logo

Dê pêdiviyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re bên pêşkêşkirin

Gulan Media January 24, 2011 Nûçe
Dê pêdiviyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re bên pêşkêşkirin
Wezîrê pêşmerge Şêx Ce`fer Şêx Mustefa, pêşwaziya fermandarê hêzên Amerîka yên li deverên bajêrê Kerkûkê kolonel Walş û şandeya pê re kir.

Di vê dîdarê de ya ku doh hat sazdan weha hat diyarkirin, ku dê hinek pêdivê û keresteyên leşkerî ji wezareta pêşmerge re bihên pêşkêşkirin.

Herweha, di vê dîdarê de behsa diristkirina fêrgeheka nû ya leşkerî hat kirin, ku gerek li devera Çemçemal bihê danîn û hemû pêdivêyên leşkeriyên vê fêrgehê jî berdest bibin.

Ji bo ku rewşa ewledariyê ya deverên bajêrê Kerkûkê jî xweş û aram bibe, wezîrê pêşmerge daxwaz kir, ku tîmên Amerîkayî karekî berfirehtir li ewan deveran bikin û alîkariya wezareta pêşmerge bikin.

Kolonel Walş jî got, ku ew ji rewşa niha ya deverên bajêrê Kerkûkê razî ne û hêvî xwezt, ku armanca hemû aliyan pêkanîna ewledariyê be. PNA
Top