Dê pêdiviyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re bên pêşkêşkirin
Di vê dîdarê de ya ku doh hat sazdan weha hat diyarkirin, ku dê hinek pêdivê û keresteyên leşkerî ji wezareta pêşmerge re bihên pêşkêşkirin.
Herweha, di vê dîdarê de behsa diristkirina fêrgeheka nû ya leşkerî hat kirin, ku gerek li devera Çemçemal bihê danîn û hemû pêdivêyên leşkeriyên vê fêrgehê jî berdest bibin.
Ji bo ku rewşa ewledariyê ya deverên bajêrê Kerkûkê jî xweş û aram bibe, wezîrê pêşmerge daxwaz kir, ku tîmên Amerîkayî karekî berfirehtir li ewan deveran bikin û alîkariya wezareta pêşmerge bikin.
Kolonel Walş jî got, ku ew ji rewşa niha ya deverên bajêrê Kerkûkê razî ne û hêvî xwezt, ku armanca hemû aliyan pêkanîna ewledariyê be. PNA