Egerê erdhejên Silêmaniyê derzeka navbera çiyayê Ezmer û Goyje
Di hefteya derbasbûyî de heşt (08) caran erdhej li bajêrê Silêmaniyê çê bû û pileya wan li gor rexterê di navbera 2.00 – 4.03 de bû.
Fermangeha metreyologiyê ya bajêrê Silêmaniyê da zanîn, ku derzeka kûr di navbera çiyayê Ezmer û çiyayê Goyje de çê bûye û ew bûye egerê çêbûna van zemînlerzan.
Berpirsê fermangeha metreyologiyê ya bajêrê Silêmaniyê Muhemmed Se`îd jî da nîşandan, ku her zemînlerzek nêzîkî bîst (20) çirkeyan berdewam dibû. PNA