• Friday, 29 November 2024
logo

Egerê erdhejên Silêmaniyê derzeka navbera çiyayê Ezmer û Goyje

Gulan Media January 24, 2011 Nûçe
Egerê erdhejên Silêmaniyê derzeka navbera çiyayê Ezmer û Goyje
Fermangeha metreyologiyê ya bajêrê Silêmaniyê da xuyakirin, ku egerê erdheja vê dawiyê yên ku li Silêmaniyê rûdayîn, çêbûna derzekê di navbera çiyayê Ezmer û çiyayê Goyje de bûye.

Di hefteya derbasbûyî de heşt (08) caran erdhej li bajêrê Silêmaniyê çê bû û pileya wan li gor rexterê di navbera 2.00 – 4.03 de bû.

Fermangeha metreyologiyê ya bajêrê Silêmaniyê da zanîn, ku derzeka kûr di navbera çiyayê Ezmer û çiyayê Goyje de çê bûye û ew bûye egerê çêbûna van zemînlerzan.

Berpirsê fermangeha metreyologiyê ya bajêrê Silêmaniyê Muhemmed Se`îd jî da nîşandan, ku her zemînlerzek nêzîkî bîst (20) çirkeyan berdewam dibû. PNA
Top