Wezîrê bajêrvanî û geştevaniyê pêşwazî li şanda Sûra Amedê kir
Endamên vê şandeyê, duh serdana wezareta bajêrvaniyê û geştevaniyê kirin û dan zanîn, ku serdanên navbera bajêrên herêma kurdistanê û bajêrên bakurê kurdistanê gelek girig in.
Di vê dîdarê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku gerek peywendiyên navbera bakûr û başûr berdewam bin û cihgirê serokê bajêrvaniya Sûra Amedê, silavên serokê Sûra Amedê gihand wezîrê bajêrvaniyê yê herêma kurdistanê.
Cihgirê serokê Sûra Amedê da xuyakirin, ku serokê Sûra Amedê jî gelek dixwezt serdana herêma kurdistanê bike, belê ji ber çend egeran (sebeban) neşiya (nikarî) bi evê şandeyê re bihê. PNA