• Friday, 29 November 2024
logo

Konsulê îranê soz da ku nerazîbûna xelkê bigehîne berpirsên Îranê

Gulan Media January 23, 2011 Nûçe
Konsulê îranê soz da ku nerazîbûna xelkê bigehîne berpirsên Îranê
Ỉro bêtir ji 150 rêxistinên sivîl, yadaştnameyek pêşkêşî konsulê giştî yê Îranê li Hewlêrê kirin û tê de daxwaz kirin, ku çalakvanên siyasiyên kurdên rojhilata kurdistanê nehên bidarvekirin.

Serokê federasiyona rêxistinên civaka sivîl Ednan Enwer di vê bareyê de di kongireyeka rojnnamevanî de da xuyakirin, ku wan dengê nerazîbûna xwe û xelkên herêma kurdistanê gihand konsulxaneya Îranê.

Ednan Enwer got: me bîrdoza xwe pêşkêşî konsulê Îranê yê li herêma kurdistanê kir û me jê re da xuyakirin, ku em li dijî sêdaredana wan çalakvanên siyasiyên kurdên rojhilata kurdistanê ne. Me di rêya wan re daxwaz ji rêberê Komara Islamiya Îranê jî kir, ku van çalakvanan li sêdareyê nedin.

Di vê bêjedana xwe de Ednan Enwer da nîşandan, ku wan ji berpirsên Îranê re gotine, ku êdî serdem ne serdema sêdaredanê ye û gerek derfet ji hemû welatiyan re hebe, da ku ew bi azadî daxwaza mafên xwe bikin.

Ednan Enwer got, ku konsulê Îranê yê li Hewlêrê bîrdoza wan ji wan wergirtiye û soz jî daye, ku ew dê vê daxwaza wan bigihîne berpirsên mezinên Komara Islamiya Îranê. PNA
Top