• Friday, 29 November 2024
logo

Saziyên civaka sivîl dijî darvekirinan diçin konsolxaneya Îranê

Gulan Media January 23, 2011 Nûçe
Saziyên civaka sivîl dijî darvekirinan diçin konsolxaneya Îranê
Biryar e îro saziyên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê herin Konsolxaneya Giştî ya Îranê li Hewlêrê û dijî darvekirina çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yadaştekê pêşkêşî rayedarên konsolxanê bikin.

Saziyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ku jimareya wan 125 e, yadaştek amade kirine dijî wê ‘’Neheqî, darvekirin, îşkencekirina çalakvanên siyasî û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê’’ ku hikûmeta Îranê encam dide.

Di vê derbarê de Serokê Federasyona Saziyên Civaka Sivîl a Kurdistanê Ednan Enwer Beg got: ‘’Roja yekşemê emê serdana Konsolxaneya Giştî ya Îranê li Hewlêrê bikin, emê bi yadaştekê nerazîbûna xwe dijî wê siyaseta çewt a Îranê beramber çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bînin ziman, ji ber ew karên Îran dike ligel prensîpên mafên mirov naguncin.’’

Di yadaştê de tê xwestin ku pirsgirên naxwe yên Îranê bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin û diyardeya darvekirinê nemîne.

Ji aliyekî din ve jî Îran li ser darvekirina çalakvan, rojnamevan û ciwanên Kurd berdewam e, hefteya borî jî çalakvanê siyasî yê Kurd Husên Xizrî bi îdîaya endamê PJAKê ye hat darvekirin. Rojnama Rûdaw
Top