Saziyên civaka sivîl dijî darvekirinan diçin konsolxaneya Îranê
Saziyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ku jimareya wan 125 e, yadaştek amade kirine dijî wê ‘’Neheqî, darvekirin, îşkencekirina çalakvanên siyasî û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê’’ ku hikûmeta Îranê encam dide.
Di vê derbarê de Serokê Federasyona Saziyên Civaka Sivîl a Kurdistanê Ednan Enwer Beg got: ‘’Roja yekşemê emê serdana Konsolxaneya Giştî ya Îranê li Hewlêrê bikin, emê bi yadaştekê nerazîbûna xwe dijî wê siyaseta çewt a Îranê beramber çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bînin ziman, ji ber ew karên Îran dike ligel prensîpên mafên mirov naguncin.’’
Di yadaştê de tê xwestin ku pirsgirên naxwe yên Îranê bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin û diyardeya darvekirinê nemîne.
Ji aliyekî din ve jî Îran li ser darvekirina çalakvan, rojnamevan û ciwanên Kurd berdewam e, hefteya borî jî çalakvanê siyasî yê Kurd Husên Xizrî bi îdîaya endamê PJAKê ye hat darvekirin. Rojnama Rûdaw