• Friday, 29 November 2024
logo

Herdû birîndarên firokeya Urmiyê vegeriyan Kurdistanê

Gulan Media January 23, 2011 Nûçe
Herdû birîndarên firokeya Urmiyê vegeriyan Kurdistanê
Ew herdû hevwelatiyên Kurd ên ji bajarê Dihokê ku di dema ketina xwar a firokeyeke Îranî de li nêzîkê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûbûn, îro gehiştin Herêma Kurdistanê.

Roja 09.01.2011ê firokeyeke Îranî corê Boyîng 727 ku ji Tehranê ber bi bajarê Urmiyê diçû, li nêzîkê Urmiyê ket xwarê. Di encam de ji 105 geştyaran 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 jî birîndar bûn. Çar ji qurbaniyan jî xelkê bajarê Dihokê bûn, didûyan jiyana xwe jidest dabûn û 2 jî birîndar bûn û li nexweşxaneyên Urmiyê dihatin dermankirin.

Di vê derbarê de Berpirsê Peywendiyên Gumrika Hacî Omeran ji Rûdawê re got: ''Îro bi rêya deriyê sînor ê Hacî Omeran herdû hevwelatî Heval Ebdulla û Şiwan Kameran piştî tedawiyên pêwist li nexweşxaneyên Urmiyê bi amadebûna kesûkarên wan vegeriyan Herêma Kurdistanê. Tendirûstiya herdûyan jî baş e.''

Dêrsîm da zanîn ku hefteya borî termê herdû qurbaniyên din jî bi heman rêyê veguhestine Herêma Kurdistanê. Rojnama Rûdaw
Top