• Friday, 29 November 2024
logo

WikiLeaks: Îran bazirganê herî mezin ê eroînê ye

Gulan Media January 23, 2011 Nûçe
WikiLeaks: Îran bazirganê herî mezin ê eroînê ye
Li gorî belgeyên dawî yên ku ji aliyê malpera WikiLeaksê ve hatine weşandin, Îran, di cîhanê de, bazirganê herî mezin ê eroîn û madeyên hişber e. Li gorî belgeyan, Îran, eroîna ku li Efxanistanê tê çêkirin, difiroşe welatên Ewropayê.

Li gorî belgeyên Wikileaksê, erka herî girîng a Sefaretxaneya DYAyê ya li paytexta Azerbaycanê Bakuyê, şopandina Îranê bûye.

Sefaretxane, sala 2009ê, Washingtonê agahdar dike ku Îran, di riya Azerbaycanê re bazirganiya eroînê dike.

Li gorî rayedarên Azerbaycanê, karbidestên Îranê, ku di nav wan de gelek hêzên ewlehiyê jî hebûn, bi hezaran kîlo, eroîn derbasî welatên Ewropayê kirine.

Di belgeyên ku ji aliyê rojnameya Die Welt a Almanya de hatine weşandin, bazirganên eroînê yên ku ji aliyê Azerbaycanê ve dihatin girtin û radestî Îranê dihatin kirin, dîsa ji aliyê rêveberiya Tehranê ve dihatin berdan.

Li gorî belgeyan, sedema ku sala 2008ê Îranê piranî di riya Azerbaycanê re bazirganiya eroînê dikir, şerê Îranê û PKKê bû ku di vê salê de tund bûbû. Ji ber ku, Îranê beriya ku digel PKKê şer bike, eroîn di riya Kurdistanê (Rojhilat) re derbasî Ewropayê dikir.

Sedemek din jî, ketina mafya Rûs di nav kar de û bandora wan li Azerbaycanê tê nîşandan.

Tiştek din a balkêş di belgeyan de jî, hebûna labratuwara çêkirina eroînê ya Îranê li bajarê Tebrîzê ye. Di vê navendê e, eroîn ji bo hêzên ewlehiyê tê çêkirin. (AKnews)
Top