• Friday, 29 November 2024
logo

John Genns: Herêma Kurdistanê dikare bi xwe xwe biparêz e

Gulan Media January 23, 2011 Nûçe
John Genns: Herêma Kurdistanê dikare bi xwe xwe biparêz e
Sefîrê Brîtanya yê li Iraqê John Genns got “Ez bawer im, Herêma Kurdistanê dikare bi xwe, xwe bi parêz e.”

Sefîrê Brîtanya yê li Bexdayê John Genns, piştî serdana xwe ya bo bajarê Silêmaniyê, di axaftinek rojnamevaniyê de got, “Em, niha Iraqek nû dibînin ku dikare li ser piyên xwe raweste û li dijî her metirsiyekê, xwe biparêz e.”

Genns, di bersiva pirsa “Birîtanya heta çi astekê Herêma Kurdistanê diparêz e?” de, got, “Baweriya min bitemamî bi rayedarên Herêma Kurdistanê heye ku li dijî her cure metirsiyekê xwe biparêzin û cihê ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebin, tiştek pêwîst nake.”
Top