John Genns: Herêma Kurdistanê dikare bi xwe xwe biparêz e
Sefîrê Brîtanya yê li Bexdayê John Genns, piştî serdana xwe ya bo bajarê Silêmaniyê, di axaftinek rojnamevaniyê de got, “Em, niha Iraqek nû dibînin ku dikare li ser piyên xwe raweste û li dijî her metirsiyekê, xwe biparêz e.”
Genns, di bersiva pirsa “Birîtanya heta çi astekê Herêma Kurdistanê diparêz e?” de, got, “Baweriya min bitemamî bi rayedarên Herêma Kurdistanê heye ku li dijî her cure metirsiyekê xwe biparêzin û cihê ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebin, tiştek pêwîst nake.”