• Friday, 29 November 2024
logo

Barzanî û Salih encamên serdana Bexdayê gotûbêj kirin

Gulan Media January 22, 2011 Nûçe
Barzanî û Salih encamên serdana Bexdayê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel Serokwezîr Berhem Salih, encamên serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê gengeşe kir.

Li gorî malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, duhî, li Selahedînê Barzanî digel Salih û Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî civiya.

Di civînê de, Salih bal kişande ser serdana xwe bo Bexdayê ku bi mebesta gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal de bû bi taybetî li ser henartina petrolê herêmê bo derve.

Salih encamên guftûgoyên digel rayedarên Bexdayê bi erênî da zanîn û ragihand, ”Herdu alî komek rêkeftin derbarê wan pirsgirêkan îmze kirin.”

Hêjayî gotinê, di heftiya borî de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Serokwezîr Berhem Salih serdana Bexdayê kir û digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî û berpirsên din civiya bûn.

Piştî civînê Salih got ku ew li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin û di destpêka meha bê de Herêma Kurdistanê dê petrola xwe henardeyî derve bike.

Tê zanîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2009ê de dest bi henartina petrolê bo derve kiriye, lê ji ber ku hikûmeta Iraqê para fîrmayên biyanî yên ku li herêmê di warê petrolê de dixebitin nade, herêmê biryar da henartina petrolê rawestîne. (AKnews)
Top