• Friday, 29 November 2024
logo

Li nêzîkî Helebçe gorek bikom hat dîtin

Gulan Media January 22, 2011 Nûçe
Li nêzîkî Helebçe gorek bikom hat dîtin
Li nêzîkî bajarê Helebçe gorek bikom hat dîtin û tê pêşbînîkirin bi dehan termên ku dîroka wê vedigere dema kîmyabarankirina navçeyê di sala 1988an de tê de bin.

Li gor nûçeyan dema karkirina bindozeran li ser rêya Helebçe - Xargêlan di navbera Eneb û Helebçe de 3 term ji bin axê derketin û Tê pêşbînîkirin gorek bikom be û nêzîka 28 terman têde be.

Sadûn Mihemed Rêveberê Rêveberayetiya Şehîd û Enfalkiriyan li Helebçe ji dezgehên ragehandinê re xuyakir ku piştî derketina wan terman, karê çêkirina wê rêyê hat rawestandin, heta tîmên taybet li ser wê gora bikom lêkolînan bikin.

Cihê amaje pê kirinê ye ku sala 2005ê jî di dema karkirinê li cihekî wiha hinek karker ji ber paşmayên çekên kîmyayî nexweş ketine û karkerekî jî jiyana xwe ji dest dabû.
Top