Li Colemêrgê 101 KG eroîn hat girtin
Li gor DİHA-yê Ekîbên Tekoşîna Dijî Sucên Organîze û Qaçaxçitiyê yên rêveberiyên polîsan a Wan û Colemêrgê kamyona O.T şofêrtiyâ wê dikir li ser rêya Wan-Colemêrgê rawestandin. Ekîban, di encama lêgerîna bi alîkariya kuçikan, di kasaya kamyonê de li cihên veşartî, 100 pakêt wate 101 kîlo û 627 gram eroîna krîstal dîtin.
Kesên ku hat diyarkirin peywendiya wan bi bûyerê re heye, yên bi navê A.T. û şofêr O.T., hatin binçavkirin. O.T. û A.T., bi hinceta "Bazirganiya tiryakê û neqliyata wê" sewqî meqamên edlî hatin kirin. Rojnama Rûdaw