• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Birîtaniya yê li Iraqê kir

Gulan Media January 22, 2011 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Birîtaniya yê li Iraqê kir
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn, pêşwazîya balyozê Brîtaniya yê li Iraqê û şandeya pê re kir. Konsulê giştîyê Brîtaniya yê li bajêrê Hewlêrê û generalê Brîtaniyayî Maks Marîna jî, di evê dîdarê de amade bûn. Di evê dîdarê de behsa rewşa siyasîya evroja Iraqê û herêma kurdistanê hat kirin û bi taybetî jî, behsa peywendîyên nvabera Iraqê-herêma kurdistanê û Brîtaniya hat kirin.


Di vê dîdarê de ya ku doh hat sazdan, guft û go di bareya encûmena stiratejîka Iraqê de hatin kirin û hat daxwazkirin, ku ew pirs û arêşeyên heta niha di navbera Iraqê û herêma kurdistanê de nehatine çareserkirin, êdî bihên çareserkirin.

Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê da nîşandan, ku nerîna serokatîya siyasîya kurd a di bareya ayindeyê (paşeroja) Iraqê de rohntir û zelaltir e û da nîşandan, ku Brîtaniya bi hemû awayan piştgirîya prosesa siyasîya Iraqê û herêma kurdistanê dike.
Di bareya peywendîyên navbera Brîtaniya û herêma kurdistanê de hat daxwazkirin, ku ev peywendîyên han xurttir û berfirehtir bibin. Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê spasîya serokê herêma kurdistanê û hukûmeta herêma kurdistanê jî kir, ji ber ku ew evan peywendîyan ber bi pêştir ve dibin.

Serokê herêma kurdistanê di evê dîdarê de behsa rola kurd a di biwarê pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de kir û got, ku ew dê bi hemû awayan pîkolan bike da ku prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê bi dawî bibe û serkevtî be.
Top