Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Birîtaniya yê li Iraqê kir
Di vê dîdarê de ya ku doh hat sazdan, guft û go di bareya encûmena stiratejîka Iraqê de hatin kirin û hat daxwazkirin, ku ew pirs û arêşeyên heta niha di navbera Iraqê û herêma kurdistanê de nehatine çareserkirin, êdî bihên çareserkirin.
Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê da nîşandan, ku nerîna serokatîya siyasîya kurd a di bareya ayindeyê (paşeroja) Iraqê de rohntir û zelaltir e û da nîşandan, ku Brîtaniya bi hemû awayan piştgirîya prosesa siyasîya Iraqê û herêma kurdistanê dike.
Di bareya peywendîyên navbera Brîtaniya û herêma kurdistanê de hat daxwazkirin, ku ev peywendîyên han xurttir û berfirehtir bibin. Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê spasîya serokê herêma kurdistanê û hukûmeta herêma kurdistanê jî kir, ji ber ku ew evan peywendîyan ber bi pêştir ve dibin.
Serokê herêma kurdistanê di evê dîdarê de behsa rola kurd a di biwarê pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de kir û got, ku ew dê bi hemû awayan pîkolan bike da ku prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê bi dawî bibe û serkevtî be.