• Friday, 29 November 2024
logo

Rejîma Sûriyê du ciwanên Kurd kuşt

Gulan Media January 19, 2011 Nûçe
Rejîma Sûriyê du ciwanên Kurd kuşt
Hevkariya dewletên Sûrî, Tirkî û Îranê ya li dijî gelê Kurd dibe sedema mirinan.Hêzên dewleta Sûrî li herêma sînor 2 endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD qetil kirin.

Ciwanên Kurd, Bekrî Bekir û Dilgeş Ahmet, bi awayekî bê pirs û îfade ji aliyê leşkerên dewleta Sûrî ve hatin kuştin. Di derbarê mijarê de, Navenda Ragihandin û Çapemeniya KCK-Rojava daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di 12'ê Çille de deme endamên PYD tevî çend kesên sivîl ji bo serdana biryargeha PYDê di sînor re derbas dibûn, ketin kemîna hêzên dewleta Sûrî. Tevî ku kom bê çek bû jî, leşkerên artêşa Sûrî beyî hişyariyê bikin, gulle li wan reşandin.

Di encamê de, 2 endamên PYD jiyana xwe ji dest dane û kesên sivîl jî hatin girtin.

Li gorî daxûyaniyê, kesên jiyana xwe ji dest dane ev in:

-Bekrî Abdulmunyim Bekir bi navê kod Masîro Dîlok, sala 1989'an li bajarê Helebê ji dayîk bûye..

- Dilgeş Husên binavê kod Şoreş, sala 1983'an li Dêrka Hemko ji dayîk bûye...

ANF
Top