• Friday, 29 November 2024
logo

Gencekî Misrî jî xwe şewitand

Gulan Media January 18, 2011 Nûçe
Gencekî Misrî jî xwe şewitand
Piştî ku gencê Tûnisî agir bi xwe xist û di encam de serokê Tûnis ji Tûnisê reviya, gencekî Misirî jî li ber parliyamenta Misirê agir bi xwe xist.

Li gor nûçeyeke ajansa Reuters ev gencê Misirî jî hawar kiriye û gotiye, ku gel guherînê dixwaze.

Cihê nîşandanê ye, ku heta niha li Cezayir jî sê gencan agir bi xwe xistine û xwe şewitandine, da ku guherîn çê bibin.

Ji van hersê welatên Erebî yên ku genc xwe ji bo guherînê lê dişewitînin, tenê li Tûnis guherîn çê bû û serokê Tûnis reviya.
PNA
Top