Serok Barzanî 12emîn salvegera damezrandina Televizyona Kurdistan pîroz kir
Birêz : Birêveber û tevahiya karmendên satalayta Kurdistan
Silav û rêz
Ji bo 12. salvegera damezrandina yekemîn kanala asîmaniya Kurdî, Satalayta Kurdistan, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim, hêvîdarim herdem li pêşketinê da bin.
Satalayta Kurdistan bi dirêjahiya van 12 sale beşdariyeke çalakane li karwana rojnamegerî û karê medyayê da kiriye û li vî warî de kariye pîşeyiyane û rastgoyiyane li gel nûçeyan de helsûkeft bike û rastiyan bi xelk rabigihîne û bi bernameya armancdar gotara neteweyiya xwe pêşkêşî temaşevanan bike. Ji bo wê yekê ev rola li gihandina peyama rasteqîneya rojnamegerî û rewşenbîriyê da cihê destxweşiyê ye.
Dûbare pîrozbahiya xwe bi we hemûyan radigihînim û hêviya serkeftin û berev pêşveçûneke zêdetir ji bo we dixwazim û bi navê raperandina erkê nîştimanî û neteweyiyan de bi baştirîn awayî û hemahengiyeke zêdetir li gel medyayên din bi mebesta bilind ragirtina nav û navûdengê Herêmê li warên demokrasî û azadiya bîrûra ku armancekî serekiya meye.
Her şad û serfirazbin
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/01/2011