Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Zanîngeha (Tufts) a Emerîkî kir
Di hevdîtinê de, şanda pêkhatî xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku ev şand li çarçêweya programa destpêşxeriya nû ya aştiya rojhilata navîn û ji bo amadekirina raporeke giştî ya di derbarê Herêma Kurdistanê de bûye û ji bo vê mebestê jî eve çend rojeke hatine Herêma Kurdistanê.
Her wiha şanda pêkhatî eve jî ragihand ku salane serdana welateke rojhilata navîn dikin û lêkolîna xwe li weşanên akademiyên zanîngehên Emerîka de belav dikin. Li vî warî de balkişandin li ser çend welatek ku berê jî serdana wan kiribûn û îsal jî wan ji bo vê mebestê Kurdistanê hilbijartine.
Serok Barzanî bi xêrhatina şandê kir û hêvî xwest ku serdana wan ya Herêma Kurdistanê sûdbexş bibê û bi awayeke rastiyane lêkolîna xwe binivîsin û ragihand ku me wekî gelê Kurdistanê xwîneke zêde bexşiye ku bigihîn vê azadiya ku niha li Kurdistanê da heye. Ev azadî bi hêsanî nehatiye holê, ji bo vê yekê gelek baş li bihaya vê azadiyê têdigihîn.
Çanda me bi dirêjahiya dîrokê herdem lêborînî bûye. Ji ber ku em xwediyê dozêne û me qet jî bawerî bi şer nebûye û herdem li ser me hatiye ferz kirin û me jî parastina xwe kiriye. Bi tolhildanê tu pirsgirêkek nayê çareserkirin. Rejîma berê planeke xwe hebû ku Kurd li Iraqê her nehêlê. Li navbera salên 1975 û 1991 da bi awayeke giştî pênç hezar gund, çar hezar û pênç sed gund hatibûn wêran kirin ku paşê me karî bi du qonaxan wan gundan ava bikîn. Yekem li 1991 û heta 2003 û Duyem jî li 2003 û heta îro. Ev pêşketina ku hûn dibînin zêdetir vedigere ser qonaxa dûyem, wate li sala 2003 ve ji ber ku li vê qonaxê da û her piştî rûxana rejîma berê û hêviyeke zêdetir û yek alî ker li cem gelê me peyda bû.
Niha jî li ser avadankirina Herêma xwe da berdewamîn. Em girêdayî wê yekê ne ku yasa li Herêma Kurdistanê serwer bê û reşnivîsa destûrê jî bibê fermana rastî û li ser kar bihête kirin. Hê jî em wekî desthilat û dijber (opozîsyon) li destpêka demokrasiyetê ne û em nabêjîn ku me pirsgirêk tûne. Ew karesata ku hatibû li ser gelê me karesateke mezin bû, her li kîmyabaran û enfal û yên din... Ji bo wê yekê sarêjkirin an ku pêçan û başbûna birînan pêwîstî bi demê heye. Giring eweye ji bo berev pêşve çûnê niha îradeyeke bi hêz heye û bi tu awayek paş vekişana proseya demokratî jî nakîn. Ji ber ku xebata me ji bo wê yekê bûye ku gelê me bi azadî bijî, lê belê birêvebirina wê azadiyê pêwîstî bi rêkxistinê heye.