Rijêma Îranê Hisên Xizrî bi darvekir
Xizrî di sala 2008`an de li Kirmaşahê hatibû girtin û bi tawana kuştina leşkerên wî welatî, sizayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Tê zanîn ku ji sala 2007ê û vir de, Îranê 8 girtiyên Kurd ji ber kêşeyên siyasî bi dar ve kiriye û tenê di 2009ê de 4 girtiyên siyasî yên Kurd jî bi hev re bi dar ve kiribûn, her wiha 17 girtiyên kurd yên din jî li hêviya heman sizayê ne.