Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Tirkiye li Iraqê kir
Di hevdîtinê de, Balyozê Komara Tirkiye li Iraq li gel pîrozkirina serkeftina kongreya 13 û hilbijartina Serok Barzanî bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, her du alî çend meseleyeke cihê giringiya hevbeş û pêwendiya du qoliyên di navbera Iraq û Tirkiye bi giştî û Herêma Kurdistan û Tirkiye bi taybetî kirin û pêşxistina warên siyasî, aborî, bazirganî û alîkariya hevbeş guftûgo kirin.
Serok Barzanî giringiya pêşxistin û geşkirina pêwendiya dostayetiya di navbera her du aliyan dûpat kir ku bi awayekî li xizmeta berjewendiya aramî û pêşkeftina tevahiya navçeyê bê.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Tirkiye balkişand li ser giringiya rola Serok Barzanî ya li serxistina proseya siyasiya Iraqê û her wiha hewlên birêz li pêşxistina çarçêweya alîkarî û pêwendiya du qolî de bilind nirxand. Dûpat jî kir ku welatê wan herdem dixwaze ew pêwendî berfirehtir bibe.