• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Tirkiye li Iraqê kir

Gulan Media January 16, 2011 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Tirkiye li Iraqê kir
Duhî şemî rêkeftî 15/01/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Murad Ozçelîk Balyozê Komara Tirkiye li Iraq û Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Komara Tirkiye li Iraq li gel pîrozkirina serkeftina kongreya 13 û hilbijartina Serok Barzanî bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, her du alî çend meseleyeke cihê giringiya hevbeş û pêwendiya du qoliyên di navbera Iraq û Tirkiye bi giştî û Herêma Kurdistan û Tirkiye bi taybetî kirin û pêşxistina warên siyasî, aborî, bazirganî û alîkariya hevbeş guftûgo kirin.

Serok Barzanî giringiya pêşxistin û geşkirina pêwendiya dostayetiya di navbera her du aliyan dûpat kir ku bi awayekî li xizmeta berjewendiya aramî û pêşkeftina tevahiya navçeyê bê.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Tirkiye balkişand li ser giringiya rola Serok Barzanî ya li serxistina proseya siyasiya Iraqê û her wiha hewlên birêz li pêşxistina çarçêweya alîkarî û pêwendiya du qolî de bilind nirxand. Dûpat jî kir ku welatê wan herdem dixwaze ew pêwendî berfirehtir bibe.
Top