Serokê welatê Tûnisê reviya Siûdiyê
Li gor çavkaniyên ragehandinê tê gotin ku Bin Elî reviyaye Siûdiyê bajarê Ceddeyê.
Desthilata 23 salan a Serokê welatê Tûnûsê Zeynel Abidin Bin Elî, tenê 4 hefteyan xwe li ber serhildana gel girt.
Li dema ku bajêrvaniyê, erebana kesekî ku fêkî li ser difrot jê bir û piştî hewla wî xortî ku erebana xwe carek din bibe, karmendeka bajêrvaniye sîlek li wî xistibû û ew neçar bû xwe li ber derê bajêvaniyê bişewtîne û her ew bû sedema serhildana texê hejaran li wî welatî.