• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê welatê Tûnisê reviya Siûdiyê

Gulan Media January 15, 2011 Nûçe
Serokê welatê Tûnisê reviya Siûdiyê
Li bin guvaşa xwepêşandanên xelkê Tunisê, desthilatiya 23 salan a Serokdewletê Tûnisê Zeynel Abidin Bin Elî, ji welat revî.

Li gor çavkaniyên ragehandinê tê gotin ku Bin Elî reviyaye Siûdiyê bajarê Ceddeyê.


Desthilata 23 salan a Serokê welatê Tûnûsê Zeynel Abidin Bin Elî, tenê 4 hefteyan xwe li ber serhildana gel girt.

Li dema ku bajêrvaniyê, erebana kesekî ku fêkî li ser difrot jê bir û piştî hewla wî xortî ku erebana xwe carek din bibe, karmendeka bajêrvaniye sîlek li wî xistibû û ew neçar bû xwe li ber derê bajêvaniyê bişewtîne û her ew bû sedema serhildana texê hejaran li wî welatî.
Top