• Friday, 29 November 2024
logo

Bi deh hezaran kes gotin 'Xweseriya Demokratîk'

Gulan Media January 14, 2011 Nûçe
Bi deh hezaran kes gotin 'Xweseriya Demokratîk'
Di mitînga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ku li qada Îstasyonê hat lidarxistin nêzîka 50 hezar kes beşdar û daxwaza Xweseriya Demokratîk kirin. Di mitîngê de Hevserokê KCDê Ahmet Turk, da zanîn ku hikûmeta AKPê bi helwêsta xwe dixwaze siyasetmedarên Kurd paş de gavan bavêjin, lê qet nikare siyasetmedarên Kurd ji ser fikr û doza wan vegerîne.

Turk, ragehand ku gelê Kurd, azadî, nasname û zimanê xwe dixwaze û helwêsta dadgehê ya wek 'Zimanê nayê zanîn" jî bi zimanekî tund rexne kir û got: ''Ev neheqiya herî mezine ku li gelê Kurd hatiye kirin.'' Piştî axaftinê bi deh hezaran kesên li qada mitîngê kom bûbûn ber bi Dadgeha Diyarbekirê meşiyan.

Kongreya Civaka Demokratîk, bi armanca piştgiriyê bide siyasetmedarên Kurd ku danişîna wan li 6-mîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê tê dîtin, li Qada Îstasyonê mitîngek lidarxist. Di mitînga ku nêzîka 50 hezar kes beşdar bû, Hevserokên KCDê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokên BDPê Selahattin Demîrtaş, Gultan Kişanak û gelek rewşenbir û nivîskar jî amade bûn.

Girse di jêr tedbîrên polîsan ên mezin de di nokteyên kontrolê re derbasî qada mîtîngê bûn. Li qada mitîngê pankartên "Em lixwedîderketina siyasetmedarên Kurd a zimanê Kurdî slav dikin", "Ji gelê Amedê ku li warê Mazlum û Xeyriyan têdikoşe re slav", "Gelê Kurd bi nasname, çand û zimanê xwe heye" û "Dest nede vîna min" hatin vekirin. Herwiha ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes hatin beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re peyama ku siyasetmedarên Kurd şandibû hat xwendin. Siyasetmedarên Kurd di peyama xwe de bang li hemû gelê Kurd kir û xwest li nasname, çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Pişt re Serokê Komîteya Amadekar Burhan Zorooğlu, diyar kir ku gelê Kurd qet dest ji nasname, çand û zimanê xwe bernade û bibîrxist ku gelê Kurd heta niha ligel hemû êrîşên înkar, îmha û tunekirinê dest ji nasname, çand û zimanê xwe bernedaye, ji niha û şûnde jî dest ji nirxwên xwe bernede.

Piştî Zorooglu Hevserokên KCDû BDPê axifîn. Hevserokê KCDê Ahmet Turk, diyar kir ku gelê Kurd êdî her diçe zêdetir xwe nas dike, xwe bi rêxistin dike û dê heta dawî li nasname, rûmet û zimanê xwe xwedî derkeve. Turk, da xwiyakirin ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe û parastina rûmeta xwe xebatê dike û her diçe nêzîkî xweseriya demokratîk dibe: ''Li li aliyekî gelê Kurd li hebûna xwe xwedî derdikeve, li aliyê din siyasetmedar û vîna gelê Kurd tê girtin û bi vêna dixwazin bi siyasetmedarên Kurd gavan bi paş de bidin avêtin.''

Turk, tekez kir ku siyasetmedarên Kurd gavan bi paş de navêjin û dê tu carî nebin kole û esîr: "Êdî kes nikare bi înkar û îmhayê gelê Kurd ji doza wî vegerîne. Êdî gelê Kurd koletiyê qebûl nake. Divê her kes vê yekê baş bizane. Gelê Kurd êdî xwe bi rêxistin kiriye û dê tekoşîna xwe bilintir bike. Êdî gelê Kurd, azadî, nasname, çand û zimanê xwe dixwaze. Tu kes nikare li hemberî vê daxwaza gel bibe asteng. Kesên dibêjin zimanê nayê zanîn, neheqiya herî mezin li gelê Kurd dikin. Gelê Kurd vê bêrêziyê qet qebûl nake." (Rudaw)
Top