• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Xaça Sora Navdewletî kir

Gulan Media January 14, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Xaça Sora Navdewletî kir
Duhî pêçşemê rêkeftî13/01/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke Xaça Sora Navdewletî kir ku ji birêz Pîêrkirênbul Berpirsê Emeliyata Xaça Sora Navdewletî li Jenevre û Magna Bars Berpirsê Nûnertiya Xaça Sora Navdewletî li Iraq û Krîstîna Sîpola Berpirsê Nûnertiya rêxistinê li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de birêz Pîêrkirênbul spasî piştgîrî û alîkariya Serok Barzanî û dam û dezgehên pêwendîdarên Herêma Kurdistan û bi taybet jî Wezareta Navxo, Dad, Pêşmerge û Kar û Karubarê Civakî kir ji bo wê hevkarî û hemahengiya li gel Nûnertiya rêxistinê li Herêma Kurdistanê heye û hêvî xwest berdewam bê û zêdetir jî pêşbikevê û tekez jî li wê yekê kir ku rêxistin bi hemû şiyanek ve berdewam bibê li gihandina xizmetguzariyê tendirustî bo Herêmê.

Her li vê hevdîtinê bîrura di derbarê guzerana zîndanîkiriyan ve danûstandin kirin û li vî warî de Serok Barzanî tekez li ser peroşiya Herêma Kurdistanê kir li warê rêzgirtina li mafên mirov û serweriya yasa û karkirina li gor rêkkeftina navdewletiyan û dûpat jî kir ku bendîxaneyên Kurdistanê hemû dem li ber rêxistinên cîhaniyan û dezgehên pêwendîdaran da vekiriye û amadehiya dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû hevkarî û hemahengiyek li gel Xaça Sora Navdewletî bi navê serxistina erkên rêxistinê nîşanda.
Top