Parastin enbareke çekên terorîstan digre
Li gor daxuyaniya Parastinê ew çek ji derveyî herêma Kurdistanê hatiye Hewlêrê û ew bûyerên beriya niha û di dema cejna sersalê de li Helêrê çêbûyîn peywendî bi wê girupa terorîst û wê enbarê ve heye.
Parastin dibêje ku lêkolîn li ser wê dosyeyê berdewam in û xebatên cidî j bo destgîrkirina terorîstan tên kirin.
Li gor daxuyaniya ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê ew çekê di wê enbarê de hatiye girtin ji; guletopan, topên hawin, RBG, gelek bombên amadekirî bo teqandinê, piştbestên xweteqandinê, çekê sivik û gelek madeyên din pêk tê.
Parastin dibêje ku parêzgehên Îraqê yên cîranên herêma Kurdistanê cî û nexelê terorîstane ku ji bo herêma Kurdistanê xeter in û wa terorîstan gelek cara ji bo ku bikevin herêma Kurdistanê û karên terorîstî encam bidin mihawile kirine û hemû caran mihawileyên wan ji aliyê hêzên Parastinê ve hatine pûç kirin.
Ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê (Parastin) dibêje ku di dawiya sala çûyî de terorîstekî bi rêya Kerkûk-Hewlêrê re hewilda otomobîleke bombebarkirî bîne li Hewlêrê biteqîne, lê hêzên parastinê ew terorîst kuşt û erebeya bombebarkirî jî jinav bir.