Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraqê kir
Di hevdîtinê de ku birêz Cefer Şêx Mistefa Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Herêma Kurdistanê û Ferîq Şêrwan Ebdulrehman endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn, General Ostin li gel pîrozkirina sala nû ya zayînî li Serok Barzanî, geşbîniya xwe sebaret bi pêkhatina Hikûmeta Federal nîşan da û hêvî xwest ew postên ku heta niha Wezîrtî ji bo wan nehatine destinîşan kirin dawî pê bê û piştgîriya Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka jî ji bo proseya siyasiya Iraqê dûpat kir.
Serok Barzanî, tekez li ser girîngiya berev pêşbirina dostayetiya her du gelê Kurdistanê û Emerîka û kûrkirina pêwendiya di navbera wan kir ku xizmet bi berjewendiya bilind her du aliyan bike û pîrozbahiya sala nû jî li General Ostin kir û hêvî xwest ku hemangiya di navbera wan de berdewamiya xwe hebê.
Li dawiyê de General Ostin rola Serok Barzanî bilind nirxand li pêkanîna Hikûmeta hevbendiya nîştimanî û destpêşxeriya birêz jî bi sedemeke serekî danî ji bo derketina Iraq ji wê qeyrana berê.