New York Times: Heta diçe Kurd û Tirk ji hev dûr dikevin
‘Dema daxwaza Xweseriya Demokratîk hat kirin, kes nehat binçavkirin’
Di Rojnameya New York Times de wiha tê gotin; “Niha aliyê Kurd, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di malpera xwe de danezana daxwaza ‘Xweseriya Demokratîk’ weşandiye û tu kes nehatin binçavkirin.” Rojname behsa serdana Gul ya Diyarbekirê jî dike û wiha berdewam dike; “Eger serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul bi armanca sarkirina nîqaşên li ser Xweseriya Demokratîk serdana herêma Kurdan kiribe; şîrovekar dibêjin bi çûna Gûl a wê derê, ger hikûmetê neteweperestên bi hêz ên welat dabin aliyekê jî, ev yek nîşana dawî ya wê yekê ye ku ber bi kêmneteweya reih sivik ve diçe.”
‘Serdana Gûl a ji bo Başûrê Rojhilat li gor berê xijikandineke tûje’
Di raportê tê diyarkirin ku serdana Gûl a sêyem e ji bo wê herême, ev li gor berê xijikandineke tûje û Şîrovekar wiha dibêjin: ‘’Ev gûhertinên Serokwezîr Receb Tayîb Erdogan in û demeke dirêje berdewam dike. Ev encamên siyaseteke aştiyane ya ligel Kurdan e. Lê di heman demê de dibe bi kêrî meseleya siyaseta navxweyî jî bê. Ji hilbijartinan re çend meh mane û her diçe gel ji şerê çekan ne aram dibin. Gelek Tirk, amade ne ku ji Kurdan re hinek tawîz bên dayîn. Tê gotin ku di heman demê de xebatên ji bo aştiyê wê hêzê bide mûzakereyên ji bo beşdarbûna Yekitiya Ewrûpa jî.”
‘PKK kampanya partiya xwe rêve dibe’
Rojnameya Emerîkî di raporta xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku; “Milîtanên Kurd kampanya têkiliyên xwe yên bi gel re rêve dibin. Herwiha dirêjkirina agirbesta PKKê ya yekalî, gotinên Murat Karayilan ên derbarê aştiyê de ligel rojnamevanan û gotinên wî ku dibêje ‘Pêwîstî bi çareserkirineke siyasî’ heye.’’ Di heman demê de bal dikişîne ser wê yekê jî ku “Hikûmet li pişt hewlên giring ên aştkirina ne bi keyfxweşiya Kurdan e.”
New York Times amaje bi pêngavên wek televizyona Kurdî, soza destûreke nû ji aliyê AKPê ve dide û wiha dinivîse: “Herçiqas ger hikûmetê negotibe destûra nû ya xwemalî wek wê çawa karîgeriyê li Kurdan bike jî, birêz Erdogan soza wê yekê daye ku dê gûhertina ji derveyî lîderên civakî û hikûmetê, di saziyan de bên encamdan.”
Bendewariyên ji bo daxistina benda hilbijartinê
Raport wiha berdewam dike: “Bêguman birêz Erdogan fikra xweseriyê ji bo Kurdan nake, lê şîrovekar li benda wê yekê ne herî kêm ji bo partiyên kêm derbazî parlamento bibin, yasaya hilbijartinê ji nû de bê çêkirin û destûra zimanê neteweyên din wek Kurdî bê dayîn û bikaranîn.” NYT diyar dike ku gûhertinên hikûmet li ser radiweste, çend pêşwaziya bendewariyên Kurdan dike ne diyare. Dîtinên wek; “PKK jî di nav de, ger behsa aştiyê tê kirin, şansê pêngavên bên avêtin zêdetir dike.” Rojname vê şîroveyê dike; “Partiya desthilat li ber çavê raya giştî ku Yekitiya Ewrûpa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka jî ve xistine nav lîsteya terorê û mûzakereyên li gel PKKê red dike. Lê li pişt perdê dike ger çareseriyek bê pêşxistin, bi armanca zemîneke hevpar jî xwe dirêjî aktivîstên Kurd dike.”
“Divê hikûmet ji bo têkdana hestên neteweyî bi dîqet tevbigere”
Rojnameya Emerîkî balê dikişîne ser wê yekê ku hikûmet, “Ji ber mafê Kurdan di siyasetê de wek mijareke teqînekê didomîne, di heman demê de divê ji bo têkdana hestên neteweyî bi dîqet be.” Wek mînak jî, reaksyonên dema di sinûrê Xabûr re ‘Grûbên Aştiyê’ derbazbûn dide.
Raporta rojnameya Amerîkî wiha bi dawî dibe: “Bi sedan siyasetvanên Kurd bi armanca eşkerina neteweya xwe hatine girtin. Ji wê demê ve hikûmetê ‘Gotineke hê bidîqettir karaniye’ û dibêje çalakiyên bişidet jî çêbûne û di Cotmehê de li Stenbolê kesekî bi bombeyê xwe întihar kir.’’ (Rojnama Rudaw)