• Friday, 29 November 2024
logo

BDP: Hikûmet û dadgeh şirîkê sûcên berdana endamên Hizbullah in

Gulan Media January 12, 2011 Nûçe
BDP: Hikûmet û dadgeh şirîkê sûcên berdana endamên Hizbullah in
Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş di civîna partiya xwe de berê rexneyên xwe da AKPê û diyar kir ku hikûmet û dadgeh şirîkê tawanên berdana endamên Hizbullah in û got: "Dest dan hev. Bi hev re endamên Hizbullah berdan. Hûn çima li dijî vekirina dadgehên heremî en istinatê derdikevin?" Demirtaş hinek mînak jî dan û bibîrxist ku dadgerî ger bixwaze derbarê Kurdan de dosyayan di nav 4 mehan de bi encam dighîne û domand: ‘’Dosyayên Kurdan bi lez û bez bi encam dighînin. Lê gelo dosya Hizbullah çima 10 sale nehat bi encamkirin?.

Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, di civîna doh ya koma partiya xwe de geşedanên rojane nirxandin û bi qezeya helîkopterê dest bi axaftina xwe kir û cara yekem ji 5 efserên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Demirtaş, bi heman awayê ji malbata Hunermend Kivircik Ali jî re sersaxî xwest. Demirtaş, li ser salvegera roja rojnamevanên ku dixebitin jî rawestiya û wiha axivî: "Ezê vê rojê piroz bikim lê ez dizanim Tirkiye welateke ku tiştek lê bê pîroz kirin nîne. Rewşa Azadiya Welat demokrasiya AKPê dide nişandan. Disa jî ez roja rojnamevanên li ser pîroz dikim."

Demirtaş, diyar kir ku rojnamevan raya giştî derbarê geşadanên rojane de agahdar dikin rastî guşarên dewletê tên û niha zêdeyî 50 rojnamevan jî girtîne: "Di demeke wiha de em hewl didin roja rojnamevanan pîroz bikin. Derbarê rewşa Azadiya Welat ku yekane rojnameya Kurdî weşanê dike dixwazim we agahdar bikim. Rêveberê weşanê yê rojnamê Ozan Kılıç 27 sal ceza xwar. Emine Demir 138 sal ceza xwar. Sucê wî ew e ku midurê karê nivîsê ye. Wedat Kurşun, 166 sal û 6 meh ceza xwar niha di girtîgehê de ye. Van hersê rojnamegeran 341 sal ceza xwarin. Rewş ev e. Wek van bi hezaran minak hane." Demirtaş di axaftina xwe de wêneyên Ozan Kiliç, Emine Demir û Vedat Kurşun jî nîşan da.

Demirtaş li ser danişina 2-mîn ya doza KCKê jî rawestiya û xwest mafê parastina zimanê dayikê bê dayîn û hemû kesên girtî bên berdan: "Ew Tirkî jî bizaninin mafê wanê parastina zimanê dayikê heye. Em li vî mafê xwedî derdikevin em ê jî li wir bin. Em dixwazin hemû derdorên demokratîkxwaz jî vê rewşa hiqûqe temaşe bikin."

Demirtaş, guherandina xala 102-mîn ya CMK û berdana endamên Hizbullah jî nirxandin û balkişand ser gotegotên navbera hikûmet û dadgehê yên derbarê mijarê de û wiha axifî: ‘’Ew rewş dide nişandan ku êdî hikûmet jî dadgeh jî nikarin kar bikin û têk çûne. Berdana endamên Hizbullah berhemên hevpar ên hikûmet û dadgeriyê ne. Hikûmet û dadgeriyê dest dan hev û bihev re endamên Hizbullah berdan. Ev yek raya giştî aciz dike. Mesela Hizbullah jî nine. Divê Hizbıl-Kontra bê niqaşkirin. Li holê rêzekuştin hene. Bi organiza kirina rêyedarên wê demê û dewletê ev kuştin pek hatine. Gelê Kurd bi salene bi vê dramê dijî. Ger geşedanên 90î yek bi yek derkeve holê dibe ku gelê Tirkiyê ji hevwelatiya xwe ya Tirkiyê şerm bike. Li pişt van kuştinan de organizasyona dewletê heye. Kesên li ser navê dewletê wê demê berpirsiyar bûn, serokwezîr, serokkomar, walî û rêyedarên din dibe yek bi yek derkevin peşberî dadgeriyê. Ev rastî hemû tên zanîn û derketine holê lê li gel vena jî berpirsyar nayên darizandin, 30 sale her roj wîjdanê gelê Kurd birîndar dibe. Ev parçeyeke ji pirsa Kurd. Dadgerî ger nikare van yekan ronî bike divê komîsyona rastiyan bê avakirin. Divê em hemû lêkolîn bikin û rastî derkevin holê."

Demirtaş, da zanîn ku dadgeh bixwaze dikare dinav 4 mehan de dosyaya bi encam bike û got: "Ev yek mimkûn e. Bi destebiratiyê gihan vê encamê. 50 hezar leşkerên bi peyman dê bên wergirtin. Ka pirsa Kurd dê bihata çareserkirin? Çi pêwîstî heye hûn çima van leşkaran digrin, hûnê li hemberê kê şer bikin. Berpirsyarê vê yekê ev ferasete. Li girtîgehê bi sedan girtiyên nexweş hene. Ev kes nayên berdan. Nexweşê kanserê nayên berdan. Abdulsammet Çelik nayê berdan. Sedat Karadag çavek windakir nayê berdan. Heman hiqûq heman dadgerê lê ew nayên berdan. Êdî baweriya kesî bi dadgeriyê nemaye."

Demirtaş da xwiyakirin dadger jî li gor birdoziyan tên diyarkirin û wiha pêde çû: "Hûn dibêjin Elewî ye û nakin dadger, Kurd e nakin dadger, wê demê jî kêmasiya dadgeran derdikeve holê. Ka rê vekin û li gor birdoziyên xwe dadgera diyar nekin dê ev pirsgirêk derkevin holê yan na? Herwiha ev ne yekem efuya Hizbullahê ye, sala 2003an jî bi pêşengiya AKPê hezar û 300 endamên Hizbûllah hatine berdan. Lê dadgeha bilind dosyayên derbarê Kurdan de di hundirê 4 mehan de bi encam dighîne. Hûn dosyayên derbarê me de hewqasî zû biencam dikin. Çima yên Hizbullah bi salan nayên biencam kirin. Dosyaya Beşir Katar di nav 4 mehan de biencam bûye. Dosya endamên Hizbûllahê çima 10 sale nayê bi encaman kirin. Ger hun bixwazin dikarin. Lewra hikûmet û dadgeh şirîkê tawanên berdana endamên Hizbullah in.’’ Rudaw
Top