Sala borî 4000 penaberên Kurd ji Ewrûpa vegerîne Kurdistanê
Li gor rojnam Rûdawê Yasîn Şakir Rêveberê Nivîsîngeha Koç û Koçberan li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xuyakiriye ku: ‘’Sala borî 3 hezar 867 penaberên Kurd li ser xwesteka xwe vegeriyane Herêma Kurdistanê. Herwiha li ser butçeya welatên Erwrûpa 8 milyon dolar hatine xerckirin bo wan penaberên vegeriyane Kurdistanê.’’