Firokeyeka leşkerî ya Tirkiya ket, 5 mirî
Berpirsê rêveberiya leşkerê Tirkiya ji çapemeniyê re ragihand ku di encama ketina firokeyeke leşkerî de, hemû ew 5 serbazên ku di firokeyê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha rojnameya Tirkan ya bi navê Yenî Şafaqê ragihand ku heta niha sedema ketina firokeyê diyar nîn e û li ser vê bûyerê lêkolîn berdewam in.